Ev peyv êdî ne dua ye; ew mizgîniya tirsê ye. Û ev veguherîn ne tenê trajediya peyvekê ye, lê ya serdemekê ye.
Li her cîhê ku rûmeta mirovek tê şikandin, li her deverê ku mirov têne şevutandin, li her deverê ku hovîtiyek tê jîyandin ev peyv deng vedide.
Kerîye ku agir di destên wan de ji bo şevutandine dimeşin û tekbîrê diqêrin ne tenê jîyane tine dikin, di heman demê de wateyê jî diguherin. "Allahu Ekber" êdî ne banga bawerî ye, ew di devê wande buye gef.
Ew buye durişmek die devê kerîyekê de ku hovîtîya wan belav dike.
Ev kes bawer dikin ku Xwedê tenê ya wan e u Ol ji wekî amûreke rewa ji bo heqaretkirina kesên ku ne mîna wan in.
Niha, dema ku "Allahu Ekber" tê gotin, mirov li bendê ne ku hovîtî u mirin were.
Ev hevok demek dirêj e ku di zimanê kujeran de bûye qîrînek şer. Îro, ev slogan ji baweriyê bêtir qîrînek îşkenceyê ye. Û ev îşkenceyê ne tenê li herêmekê, lê li seranserê Rojhilatanavine.
Bi vê wateyê, "Allahu Ekber" êdî ne dua ye, ne bîranîna Xwedê ye, an jî teslîmbûnek ji Wî re ye. Ji bo hin kesan, ew qîrînek e, û ji bo qurbaniyan, gef e. Û ev gef her roj li Rojhilata Navîn tê xwerin.

Kommentare