Hirço Berazî


 Ev lêkolîn li ser çîroka jiyana Mihemed Berazî ku wek Hirço Berazî dihat naskirin e, ew yek ji kesayetiyên navdar ên Konfederasyona Berazî bu. 
Berî destpêkê, girîng e ku were zanîn ku di civaka Kurd de du kesên cuda bi navê "Hirço" têne naskirin.
Ev gotar behsa Hirço Berazî yê ji Hemayê dike, ne Hirço (Mistafa) ye biraye Bozan (Şehîn) Beg ku li Kobanî, Biracîk û Sirûcê tê naskirin.

Ji bo têgihîştina jiyana Hirço Berazî ji hêla dîrokî û siyasî ve, pêdivî ye ku bi kurtasî li ser kariyera siyasî ya pismamê wî, Muhsin Berazî, bi taybetî di dema Serokwezîrê Sûriyeyê de were rawestin.
Bêyî ku vê çarçoveyê tekez bikim, dibe ku girîngiya dîrokî û siyasî ya kiryarên Hirço Berazî bi tevahî neyê fêmkirin.
Muhsin Berazî di sala 1904an de li Hemayê ji dayik bûye, xwendina xwe ya bilind li Fransayê temam kiriye û li Zanîngeha Şamê wekî profesorê hiqûqê xebitiye.
Ew siyasetmedarekî Kurd bû û di sala 1949an de ji aliyê Husnî el-Ze'îm ve wek Serokwezîrê Sûriyeyê hat tayînkirin. 
Lêbelê, di heman salê de, di darbeyek leşkerî de ku ji aliyê Kolonel Samî el-Hinawî ve hatibû birêvebirin, ji kar hat dûrxistin û di 14ê Tebaxa 1949an de bi Husnî el-Ze'îm ve hatin kuştin.
Ev bûyer di nav Konfederasyona Beraziyan de wekî meseleyek rûmet û desthilatdariyê dihat dîtin. Li gorî kevneşopiya Kurdan, divê kiryarên bi vî rengî bê ceza nemînin, û ev têgihîştina li pişt kiryaran bû.

Hirço Berazî kujerê pismamê  xwe di sala 1950an de li Beyrûtê, Lubnanê, çalakiyek pêk anî. Wî li sûkê el-Hinawî kuşt. 
Ji ber vê kiryarê ew hat girtin û cezayê hepsa heta dawîya jîyane lê hat birîn. Lêbelê, di sala 1953an de bi hewldanên dîplomatîk hat berdan.
Piştî berdanê çû Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, ku mayîna jiyana xwe li wir derbas kir. 
Ew di sala 2023an de li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di 95 saliya xwe de koça dawî kir, û li gorî daxwazên wî, termên wî bo Herêma Kurdistanê hatin veguhastin û bi rûmetên dewletê hat veşartin.
Jiyan û kiryarên Hirço Barazî ne tenê mînakek berxwedanê ya kesane ye, di heman demê de mînakek ji têgihîştina xebata siyasî ya Konfederasyona Kurd a Barazî li Rojhilata Navîn e.
Berî û piştî xêzkirina sînorên nûjen, Kurdan di herêmên ku lê dijîn de roleke girîng lîstin/dilîjin. 
Ji ber vê yekê, dema ku daxwaza Kurdan ji bo Sûreya we tê nirxandin, divê em hebûna dîrokî ya berdewam û şêweya bandora civakî û siyasî lêkolîn bikin da ku her zanînek zanistî were destnîşankirin.

Kommentare