Wekî ku we dîtibe, ez demek e li ser lîstikên ku me di zarokatiyê de dilîstin dinivîsim. Armanca vê xebatê ew e ku lîstik, çîrok û dîroka me ji lepên asîmîlasyonê rizgar bike û wan wekî beşek ji mîrata mirovahiyê, bi taybetî ya herêma Berazî ya Kurdan, kom bike.
Di vê serdema dîjîtalîzekirinê de, ez naxwazim mîrata me ya çandî winda bibe yan jî bi navê miletên din were nivîsandin.
Lîstikên ku me li gundê xwe bi zarokên re dilîstin ji nifşên pêşerojê werin ragîhandin.
Di vê çarçoveyê de, li jêr, çend rêbazen ku ji bo hilbijartina pîrikê pêşkeş dikim.
Rebaza hilbijartina Pîrik
Rêza Lîstikvanan: Hemî lîstikvan di çemberê de radiwestin (çember).
- Lîstikvanek yek ji sê qafiyeyên jêrîn hidibijere u ji xwe de dest bi ejmartine dike. û bi her peyvekê destê xwe dirêjî lîstikvanekî dike.
- Dema ku peyva dawî qediya, lîstikvan ji çemberê derdikeve.
- Ejimartin bi vî rengî heta ku tenê kesek bimîne berdewam dike.
- Kesê dawî yê li dimîne dibe pîrik.
Yeklo
Dîklo
Dimbazê
Şasê
Kutô
Repazê
Kêçê
Mêçê
Areqcî
Qere
Kotik
Fisbircî

- Yek Pîlik
- Du Pîlik
- Sê Pîlik
- Çar Pîlik
- Pênc Pîlik
- Şeş Pîlik
- Heft Pîlik
- Heşt Pîlik
- Neh Pîlik
- Deh Pîlik
- Seydo Sîlik
- Bişkul
- bîşkul
- temam bişkul
- avkê zengê
- xulxul mengê
- morûcanê
- gulfincanê
Kommentare